Li Tetwana navçeya Bitlîsê li ber Gola Wanê bajarekî kevnare ya ku 5 hezar salî heye li ber xirabûnê ye. Hat ragihandin heke vî bajarî hilnedin bin parastinê talûkeya wêranbûna bajêr heye.
Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîrokê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Bîtlîs Erenê Doç.Dr. Mehmet Demirtaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 5 hezar sal berê mirov li vî bajarê kevnare dijiyan û Qralên Ûrartûyan jî li vê derê mane. Ev der di sala 1986an de ji aliyê Wezareta Çandê ve hatiye tescîlkirin.
Demirtaş got ku vê gavê nîvê bajêr di bin erdê de ye, nîvê wê jî di nav golê de ye. Ev der dîroka Tetwanê dide nîşan û divê ev der ji kesên ku dizîka ve vê derê dikolin û ji bo berjewendiyên xwe yên bazirganî bi kar tînin, were parastin.
Demirtaş destnîşan kir, divê Lijneya Parastinê ya Heyberên Çand û Tebîetê ya Wanê an jî Wezareta Çand û Tûrîzmê vê derê ji bo tûrîzmê bide qezenckirin û wiha dewam kir:
"Li Tetwanê baweriyeke wisa heye ku dîroka navçeyê tuneye. Hal ew e ku berewajiyê vê baweriyê dîroka Tetwanê heta 5 hezar sal berê diçe. Cînartiya wê ya Bitlîsê jî vê îsbat dike. Dîroka wê wek ya Bitlîsê nûwaze nebe jî li gor lêkolînan tiştên wisa hatin dîtin ku ji dewra 3 hezar sal Beriya Mîladê mane. Her wiha du bajarên kevnare yên ji hev cihê cihê hene. Yek ji van li gundê Şahmiranê ye, yê din jî li geraxê Gola Wanê ye û wek plaj tê bikaranîn. Di çavkaniyên fermî û nivîsaran de ev der wek 'Bajarê Kevnare yê Tetwanê' derbas dibe. Kevir nexişandine, li ser nîş, şiklê geometrîk, îşaret û wêne çêkirine. Dema ku behsa bajarê kevnare tê kirin, ev taybetî tên bîra merivan û ev taybetî hemû di sala 1986an de hatiye tescîlkirin."