Haydar Şahin
23 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2020
Ji ber berfê navendên Erzirom, Erdexan, Agirî, Qers û Îdirê çîl û sipî bû.
Berfa duh li Erziormê dest bi barînê kir û bi navber dewam kir ji bo welatiyan bû tengasî.
Li bajarê bi xêliya sipî xemilî welatiyan berfa li ser, ber û pêşiya xanî û dikanên xwe paqij kirin. Ekîbên şaredariyê jî li kolan, kûçe û taxan rê û dirb paqj kirin, xoyê li rêyan reşandin.
Li mekanên dîrokî yên bajêr dîmenên xweşik derketin holê.
- Erdexan
Berfa demeke li Erdexanê bi navber dibare tesîra xwe didomîne.
Li bajarê bi xêliya sipî xemilî welatî û ajokaran tengasî kişandin.
Wekî mayîn ji bo wesayîtên rêbajeyên Erdexan-Artwîn û Erdexan-Possofê bi kar tînin mecbûriyeta zircîra tekiran heye.
Ekîban li bajêr xebaên paqijkirinê dan destpêkirin.
- Îdir
Ji ber berfa li Îdirê barî navenda bajêr û gund çîl û sipî bûn.
Ekîban li rêbejayên Îdir-Agirî û Îdir-Qersê xebatên paqijkirina berfê û reşandina xoyê dan destpêkirin.
- Agirî
Li Agiriyê welatiyan ber destê sibê berfa li pêşiya xanî û dikanên xwe paqij kirin.
Şeftiya Şaxa 123yan a Rêbejayê ji bo di çûyîn û hatinê da pirsgirêk dernekeve li rêbejayên Agirî-Wanê û Agirî-Erziromê xebat dan destpêkirin.
Hin welatiyan jî ji bo heywanên kûçelanî xurek û mama danîn hin ciyan.
- Qers
Li Qersê qalindahiya berfê gihîşt 10 santêmî.
Ekîbên Şaredariyê û Midûriyeta Herêma 18an a Rêbejayê li tevahiyê bajêr xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin.
Hin welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kirin.