DIYARBAKIR
Pîrhesin Kaçmazê 112 salî li gel hemû astengiyan 40 sal e ku çerçîtiyê dike û bi vî awayî xanima xwe ya felc, lawê xwe yê astengdar û nêviyê xwe xwedî dike.
Kaçmaz li taxa Balikçilarbaşî ya navçeya Sûrê dezgehek danî ye û li ser vê dezgehê ta, derzî, jilêt û tiştên din difroşe. Kaçmaz bi vî awayî debara mala xwe dike.
Kaçmaz serê sibehan bi alîkariya cîranên xwe dezgeha xwe vedike û bi pereyê ku li vir qezenc dike, debara xwe dike. Kaçmazê kal digel hemû astengiyan parsektiyê nake û esnafên derûdorê ji bo vê keda ku dide wî pîroz dikin.
Kaçmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ji bilî wî kesekî din nîne ku malbata wî xwedî bike û mecbûr e ku bixebite. Kaçmaz got ku rojane 15-20 lîreyan qezenc dike.
-"Parsektî tiştekî baş û rast nîne"
Kaçmaz got ku ji 6 zarokên wî 5 zarok zewicîne û ji wî cihê bûne û ew digel xanim û lawê xwe yê astengdar dijî.
Kaçmaz got ku zarokên wî alîkariyê nadin wî û ji ber vê yekê mecbûr e ku bixebite û wiha axivî:
"Neviyekî min ê ku piyên wî seqet in jî li bal min dimîne. Ez wî jî xwedî dikim. Ev çil sal in ku ez li ser vê dezgehê van tiştana difroşim. Serê sibehan û êvaran cîranê min alîkariyê didin min. Dema ku ez kesên ciwan dibînim ku parsektiyê dikin hêrs dibim. Min heta vî emrê xwe parsektî nekir û ji vir û pê ve jî Xwedê neke nisîbê min. Ez destê xwe li ber tu kesî venakim."
Kaçmaz got ku ew niha dikare bixebite lê piştî ku bimre dixwaze alîkariyê bidin malbata wî.