Veysel Eşin
26 Nîsan 2022•Rojanekirin: 29 Nîsan 2022
Li Milazgira navçeya Mûşê hin welatî di meha biharê da pincarên ku ji çiyê digihêjin berhev dikin û difroşin.
Piştî zivistanê hewa germ bû, li çil û çiyayan pincarên cur bi cur derketin.
Hin welatî diçin çiyê van pincaran berhev dikin û bi firotina wan va debara xwe dikin.
Alîcan Aydinê pincaran berhev dike got welatî eleqeyê nîşanî pincarên bişifa didin.
Aydin wiha axivî: "Em pincarên ku me ji Çiyayê Qertevînê berhev kirine difroşin. Di mehên biharê da em bi firotina van pincaran debara xwe dikin."