Haydar Şahin
01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
MUŞ
Salih Dalkayayê karsazê li Mûşê fabrîqeya xwe ya tov bi milyonek lire piştgiriya dewletê va modernîze kir û bi hilberîna xwe îstixdam zêde kir.
Dalkaya di sala 1998an da tesîsa li Karaxaca gundê li ser navendê ya ku berê wekî aş dihat bikaranîn vegerande fabirqeya tov. Dalkaya biryar da ku karê xwe mezin bike û li ser vê ji Wezareta Xurek Çandinî û Heywandariyê piştgiriya milyonek lireyî ya ku ji sedî 50yî wê hîbe bû sitand û par tesîsa xwe modernîze kir û kapasîteya wê zêde kir.
Bi veberhênana ku hat kirin va hejmara kesên ku li fabirqeyê dixebitin ji 25an derkete 70yî.
Dalkaya daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku 2 milyon û 250 hezar lire pere xerc kir û fabrîqeya xwe modernîze kir.
Dalkaya got tovên ku amade dike ji bo firotinê dişîne herêmên Behra Reş, Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û wiha axivî: "Me di sala 2017an da di rojê da 3 hezar ton tov amade dikir, îsal hedefa me ew e ku di rojê da 9 hezar ton tov amade bikin."
Suat Buluyê Midûrê Saziyê jî got ku hewcedariya bi ceh û genim a herêmê dibînin.