Önder Beyter
28 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2021
Navenda Kaşûnê ya Xana El Emanê ya li Bidlîsê piştî ku hefteya çûyî berf barî û sitûrî gihîşt asta pêwîst, sezon vekir.
Kaşûnhezên ku hatin navenda girêdayî Midûriyeta Ciwanî û Werzişê, kaşûn û snowboard kirin û kêfa xwe xweş kirin.
Li navenda ku ji ber betlaneya nîvê salê qelebalix e, welatiyên ku nû fêrî kaşûnê dibin dîmenên rengîn derxistin holê.
Kaşûnhez Mesut Aslan diyar kir, îsal ji ber barîna zêde ya berftê, sitûrî ji asta ku dihat hêvîkirin, zêdetir e.
Aslan diyar kir ku wan jî keysa xwe li vê yekê anî û berê xwe da navendê ji bo kaşûnê û wiha got:
"Dorhêleke xweş li vê derê heye. Hewa jî zehf xweş e. Însan li vê derê tevî malbata xwe wextê xwe xweş derbas dikin. Înşelah îsal dê wiha dewam bike."