Sevim Hatun
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
ERZURUM
Komeke ciwanên dildar ku li Erziromê di nav salekê de 100 dibistan ziyaret kirin bi minasebeta "Li Dinyayê Roja Zarokan" diyarî dan zarokan, cil û bergên "palyaço"yê li xwe kirin û zarok şad kirin.
Dildarên Navenda Ciwaniyê ya Palandokenê li 100 dibistanên li dorbera Erziromê yeko yeko geriyan, kêmasiyên dibistan û xwendekaran tesbît kirin, herwiha pêdiviyên wan bi cî anîn.
Dildar bi minasebeta "Li Dinyayê Roja Zarokan" bi xwendekarên Dibistana Destpêkê ya Guzelyurtê re civiyan.
Ciwanan him dibistan boyax kir, him diyarî dan xwendekaran û him jî cil û bergên palyaçoyan li xwe kirin û bi zarokan re lîstin.
Serokê Dildarên Navenda Ciwaniyê ya Palandokenê Bahtiyar Akan got ku bi minasebeta "Li Dinyayê Roja Zarokan" Dibistana Destpêkê ya Guzelyurt, Pasînler û Horosanê ziyaret kirin û wiha axivî:
"Em dibistanên li çolterê ziyaret dikin. Em wextê ziyaretê pêdiviyên dibistan û zarokan tesbît dikin û bi alîkariya ciwanan pêdiviyên wan bi cî tînin. Armanca me ew e ku em bigihên hemû dibistan û xwendekarên li çolterê."