Li Yenîşehira Diyarbekirê cinazeyê 5 kesên ku di şewatê de mirin, hatin definkirin.
Cinazeyê Murat Ozcan, xanima wî Leyla û zarokên wan Azat, Mehmet û Gulistan Ozcanê li taxê hatin definkirin.
Ji şahidan Haci Bozkurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Murat Ozcan li Erxeniyê di înşeatan de dixebitî.
- Du sal berê jî tewleya malbatê şewitîbû
Bozkurt destnîşan kir ku 2 sal berê jî tewleya malbatê şewitîbû û wiha got: "Zarokekî wan astengdar bû. Ji ber vê jî ber şibakên malê bi şîşan girtibûn."