Orhan Sağlam
11 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2024
Li Bahçesaraya navçeya Wanê, ciwanên mezreya Ozbeyliyê bi xizekên bi destê xwe çêdikin va keysa xwe li barîna berfê tînin.
Li mezraya Ozbeyliyê ya Taxa Guneyyamaçê ya 130 kîlometre dûrî navenda parêzgehê, stûriya berfê derket 60 santîmêtreyî.
Ciwan û zarokên li mezrayê yên keysa xwe li berfê anîn, her roj xizekên xwe didin pişta xwe û berê xwe didin rêya zozan a 2 kîlometreyî dûr.
Ciwan di rêya zozanê da ya ku zivistanê nayê emilandin, bi xizekên xwe serberjêr xwe dişiqitînin û kêf dikin.
Ji ciwanan Şahabettin Bulbul ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku kîngê derfeta wan çêbe, ew bi xizekan xwe dişiqitînin.
Nebî Riyan jî wiha got, "Ji ber ku mezre pir dûrî navçeyê ye, em wextê xwe bi piranî li mezreyê derbas dikin. Ji aktîvîteyên me yên herî mezin ên em tevî hevalan dikin yek jî kaşûna bi xizekê ya li serê çiyayên biberf e."