Abdullah Söylemez
08 Hezîran 2022•Rojanekirin: 10 Hezîran 2022
Qedera 550 çiyager û xwezahezên Îranî hilkişiyan serê Çiyayê Agiriyê yê ku bi 5 hezar û 137 metre bilindahiyê va çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye.
Welatiyên Îranê yên keysa xwe li betlaneya fermî ya li welêt anîn û hatin Tirkiyeyê, ji Deriyê Gumrika Gurbulakê derbasî welêt bûn.
Îraniyan li navçeya Bazîdê şeva xwe li otêlan derbas kirin, sibehê zû jî bi minîbusan kom bi kom berê xwe dan mezreya Çevîrmeyê da ku hilkişin serê Çiyayê Agiriyê.
Komên ku dest bi hilkişînê kirin, li ciyên kampê yên diyar ên li bilindahiya çiyê konê xwe vegirtin û bêhna xwe vedan. Qefleya ku di du rojan da hilkişîna xwe temam kirin, di rojekê da jî daketin.
Rêberê turîstan ê Îranî Elî Ekbre Ehmedpûr ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, çiyagerên di komê da berî niha çendîn caran hilkişiyan serê Çiyayê Agiriyê û her wisa yên nû jî di dema hilkişînê da hest bi kelecaneke mezin kirin û wiha dewam kir:
"Çiyagerên Îranî di betlaneyan da hildikişin serê çiyayan. Îsal me Çiyayê Agiriyê tercih kir. Ev der çiyayekî pir sipehî ye û meriv dikare hilpaskî cemedê jî be. Em bêyî pirsgirêk derketin serê çiya û hewa jî sayî bû. Me xwezaya Çiyayê Agiriyê pir eciband. Li ciyên jor li zozanan berf dihele û ava belekiyan dîmenekî xweş dide xwezayê."
Ji komê Perînza Nagîpurê jî diyar kir, ew cara ewil e hilpaskî Çiyayê Agiriyê dibe. Nagîpurê daxuyand ku wê pir dixwest ku hilpaskî Çiyayê Agiriyê bibe û wiha dewam kir: "Ez nikarim kelecana xwe bi we ra parve bikim. Çiyayê Agiriyê pir mezin û bilind e. Çiyayekî pir xweş e. Vêga li gor min Everestek e."
- "Biharê hilpaskbûna tepa çiyê zêde bû"
Barzanî Ceylan jî li herêmê rêberiyê dike û bi qantiran alavên çiyageran dibe û tîne. Ceylan jî daxuyand ku Çiyayê Agiriyê ji bo aboriya bajêr û welêt xwedî potansiyeleke mezin e.
Ceylan destnîşan kir, îsal biharê di derketina tepa çiyê da qerebalixî çêbû, qefleya Îranê qefleya herî qerebalix e û wiha dewam kir:
"Kesên ku ji bo derketina ser Çiyayê Agiriyê tên, ew bi wesayît û qantiran alîkariya wan dikin. Di heyama pandemiyê da û heyamên berê derketina tepa çiyê qedexe bû, kes nedihat vê derê. Par piştî ku bi awayekî fermî hilpazbûna Çiyayê Agiriyê dest pê kir, qerebalixî çêbû. Ji ber ku li Îranê betlaneya fermî heye, 550 kes hatin vê derê. Li Bazîdê hemû otel tijî bûn. Şêniyên navçeyê ji hatina turîstan kêfxweş e."
Ji çar aliyê dinyayê kesên ku ji siruştê hez dikin û çiyager in, Çiyayê Agiriyê ziyaret dikin. Berî niha 6 salan derketina serê çiyê qedexe bû.