Hikmet Temeş
08 Gulan 2024•Rojanekirin: 15 Gulan 2024
Sefer Dîlbîlîrê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê cotkariyê dike, dema ji kar û bar vala dibe ji bo kal, pîr û astengdaran bêpere gopalan çêdike.
Dîlbîlîrê 60 salî yê li gundê Armutduzuyê yê 35 kîlomêtro dûrî navçeyê ye çandinî û heywandariyê dike, lê dema vala dibe jî gopalan çêdike.
Dîlbîlîrê ji zarokatiyê pê va dest bi vî karî kiriye got ew salê qasî 100 gopalî çêdike û bêpere dide kal, pîr û astengdaran.
Dîlbîlîr wiha axivî: "Gopalên bi destan tên çêkirin qewîntir in. Ez ji çêkirina gopalan hez dikim. Ez gopalên ku çêdikim li kal, pîr, mêvan, astengdar û şivanan belav dikim. Ez vî karî ji bo xêrê dikim. Ez gopalan wek diyarî didim mêvanên ku tên gundê me jî."