Elif Orhan
17 Nîsan 2019•Rojanekirin: 27 Nîsan 2019
Îdira ku li herî rojhilatê Tirkiyeyê cî digire û li ser rêya koça çûkan e di biharê da bi çûkên ku hatin herêmê şên bû.
Îdir ji ber pozîsyona erdnîgarî û şertên av û hewayê wekî "Çukurovaya Rojhilat" tê binavkirin û cureyên heywanên kovî yên li wir balê dikşînin.
IGDIR (AA) - Îdira ku li herî rojhilatê Tirkiyeyê cî digire û li ser rêya koça çûkan e di biharê da bi çûkên ku hatin herêmê şên bû. Îdir ji ber pozîsyona erdnîgarî û şertên av û hewayê wekî "Çukurovaya Rojhilat" tê binavkirin û cureyên heywanên kovî yên li wir balê dikşînin. Îdir ji 486 cinsên çûkên ku tê zanîn li Tirkiyeyê dijîn mazûvantiya 325 hebê wan dike û bi vî aliyê xwe va jî hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo dinyayê yek ji navendên girîng ên zanista çûkan (ornîtolojî) da cî digire. Di wêneyê da dûvhejoka zer xuya dike. ( Hüseyin Yıldız - Anadolu Agency )
Îdir ji 486 cinsên çûkên ku tê zanîn li Tirkiyeyê dijîn mazûvantiya 325 hebê wan dike û bi vî aliyê xwe va jî hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo dinyayê yek ji navendên girîng ên zanista çûkan (ornîtolojî) da cî digire.
Li Bihuşta Çûkan a Arasê ya li navçeya Tuzlucayê û Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ya li quntara Çiyayê Agiriyê gelek cisnên ku kêm tên dîtin hene.

Îdir bi lêkolînên ku li cihên wê yên cuda tên kirin jî di nav lîsteyên cihên jiyana çûkan da cî digire û bi vê taybetmendiya xwe jî bala zanyarên çûkan û wênekêşên çûkan dikşîne.
Hîndekarê Zanîngehên Koç û UTAHê Doç. Dr. Çagan Şekercîogluyê ku li herêmê di beşa zanista çûkan da lêkolînê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Îdir ji bo zanistan çûkan yek ji cihên herî girîng ên Tirkiye û dinyayê ye.
Şekercioglu da zanîn ku bi taybetî Îstasyona Çavdêrî û Xeleqkirina Çûkan a Arasê ya ku wekî Bihuşta Çûkan a Arasê tê zanîn gelek serkeftin bi dest xistin û got ku "Me heta niha li Îdirê kêm zêde 330 cisnên çûkan tesbît kirin. Ev jî ji 3yan 2yê cureyên çûkên li Tirkiyeyê dijîn zêdetir e. Piraniya cureyên çûkan li Bihuşta Çûkan a Arasê hatin tespîtkirin."
- "Ji sedî 70yê cureyên çûkan ên li Tirkiyeyê li Îdirê dijîn"
Şekercîoglu destnîşan kir digel ku Îdir piçûk e lê li vir gelek cureyên çûkan dijîn û wiha axivî:"Digel ku behra wê tune û ji sedî 2yê rûberê Tirkiyeyê digire li Îdirê kêm zêde ji sedî 70yê cureyên çûkan dijîn û ev yek jî nîşan dide ka Îdir çiqasî dewlemend e û ji aliyê çûkan va cihekî çiqasî girîng e. Ya herî girîng jî Bihuşta Çûkan a Arasê ye."

- Çûk ji ser Îdirê koç dikin
Alîkara Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Zanista Çûkan a Zanîngeha Îdirê Hîndekar Ayşegul Çobanê jî got ku "Di encama xebatên zanistî û ornîtolojîk da derket holê ku çûk bi awayekî rêk û pêk ji ser Îdirê koç dikin û rotaya wan heye. Ev jî li tevahiya dinyayê bû daneyeke zanistî ya rotaya koçeke nû ya ku piştgiriyê dide xebatên ornîtolojîk."