Okan Coşkun
06 Gulan 2026•Rojanekirin: 06 Gulan 2026
Şûnwarê Dîrokî Çiyayê Nemrûdê ku di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê da ye û ji wan cîhan e ku hilhatin û avabûna rojê li wir herî baş tê temaşekirin, ji ber berfa zêde çûn û hatina wê bi zehmetî dibe.
Serê Çiyayê Nemrûdê yê raqim 2 hezar û 150 metre yê ku di nav sînorên Kahtaya navçeya Adiyemanê da dimîne û tumulusa 150 metreyî bi ber û peykerên qerase lê hene, hê jî bi berf û bager e.
Rêya ku ji hêla Meletiyê diçe serê Çiyayê Nemrûdê ji ber berfê girtî ye.
Geştiyarên ku dixwazin derkevin serê çiya, li hilhatina rojê temaşe bikin û peykerên qerase bibînin jî ji rêya li hêla Adiyemanê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê pir bi zehmetî dikarin derkevin û her wiha hinek geştiyar jî nikarin derkevin û bi neçarî bi paş da vedigerin.
Ji aliyê din va etaba Çiyayê Nemrûdê yê Adiyemanê ya Ralliya Rêya Hevrişmê û Dostaniya Rojhilat-Rojava ku di 27ê Nîsanê da li Almanyayê dest pê kir, ji ber berfê hat betalkirin.