IGDIR
Zaîde Onura 100 salî ya ku li Îdirê dijî, piştî karên qanûnî dê bibe xwedî nasname.
Dapîra Zaîde li taxa Çîmenlerê bi neviyê xwe re dijî û heta niha jî nasnameya wê tunebû. Namzedê Serokê Şaredariya Îdirê yê AK Partiyê Mustafa Buluş xebat da destpêkirin ku Zaîde Onur bibe xwedî nasname.
Buluş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî:
"Em hîn bûn ku nasnameya Dapîra Zaîdeyê tune. Ji ber vê em bi Serokê Baroya Îdirê re axivîn û ji bo ku ew nasnameya xwe bistîne me xebat dan destpêkirin. Dewletê mesrefên dadgehê bide. Dema xebat qediyan Dapîra Zaîde piştî 100 salî dê bibe xwedî nasname."