Li Ispartaya ku lê ji sedî 65ê hilberîna gulyaxê (rûnê gulan) pêk tê, li zozanan komkirina gulan dest pê kir
Bahadır Arıcı
09 Hezîran 2026•Rojanekirin: 09 Hezîran 2026
photo: Bahadır Arıcı / AA
ISPARTA
Li Ispartaya ku lê ji sedî 65ê hilberîna gulyaxê (rûnê gulan) pêk tê, li zozanan komkirina gulan dest pê kir.
Li zozanên navçeyên Aksu û Egîrdîrê bi vebûna kulîlkên gulan va bi şefeqê ra şixulê komkirina gulan dest pê dike.
Li navçeya Aksuyê di qadeke derdora 435 donimî da gulên ji bo rûn tên hilberîn.
Wêne : Bahadır Arıcı/AA
Li navçeyê li gundê Yakaafşarê yê li pêşa zozanên Sorkun û Kuzukulagiyê, hilberîna gulan ji bo gelê deverê deriyekî sereke yê dahatê ye.
Kurtuluş Korkmazê hilberînerê gulan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku 8 sal e gulan hildiberîne û îsal ji ber barana zêde, sezonê dereng dest pê kir.
Korkmaz bal kişand ku baranê tesîra erênî li rekolteya gulan kir û wiha got, "3 donim baxê min heye. Ez pêşbînî dikim 3 ton gul kom bikim. Înşelah dê bibe sezoneke bi bereket."