Kamil Tekmen
13 Adar 2025•Rojanekirin: 19 Adar 2025
Dar û berên Deşta Gedîzê kulîlk vedan û deşt rengîn kir.
Li Manîsayê bi germbûna hewayê ra darê fêkiyan bi xwe va hatin.

Li deşta ku Çemê Gedîzê diherikê û av dide, darên încas, gêlaz, xox û behîvan kulîlkên helesor, spî û eflatûnî dan. Kulîlkên rengîn ên daran siruşt xemiland.
Li ser zevî û eraziyên deştê beybûnan jî vekir.
