Serdar Adıyaman
19 Gulan 2021•Rojanekirin: 26 Gulan 2021
Deştên Xelata navçeya Bedlîsê bi kulîlkên biharê xemilîn.
Piştî zivistana sar û dijwar bi germbûna hewayê ra deşt û çolên Xelatê bi kulîlkên rengîn xemilîn.
Deştên Xelata navçeya Bedlîsê bi kulîlkên biharê xemilîn. ( Serdar Adıyaman - Anadolu Agency )
Kulîlkên rengîn yên li bintara Çiyayê Suphanê vekirin tebîet şên kirin.
Zubeyr Ergezenê sirûşthez diyar kir di heyama herî xweş ya demsalê da hatine gundê Otluyaziyê û got ku li deştê dîmenên zehf xweş dîtine.
Ergezen destnîşan kir ku divê her kes were dîtina vê tebîeta xweş.