06 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2021
Wêneyên gelek heywanên wekî hirç, gur, rovî, kew, bizinkoviya qoççakil, beraz, werşeq û kivrîşkan ên ku ji hêla 70 wênegiran hatin kişandin ku ji bo parastina xwezayê hatin bicihkirin, dewlemendiya jiyana kovî ya bajêr derxist holê.
Peywirdarên Midûriyeta Giştî ya Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî (DKMP) ji bo parastina jîngeha jiyana kovî û her wiha şopandina populasyona wan, Çiyayên Munzurê, Daristanên Bidûman ên Refahiyeyê, navçeyên Kemaliye û Tercanê di serî da, sala 2016an wênegir li ciyên cuda bi cih kirin.
Ji hêla ekîbên Midûriyeta Şaxa Erzinganê ya DKMPyê wêne û dîmenên cihazan tên lêkolînkirin û hebûna jiyana kovî ya li herêmê tê qeydkirin.
Di hin wêne û dîmenên wênegiran da wêne û dîmenên gelek heywanên wekî hirç, gur, rovî, kew, bizinkoviya qoççakil, beraz, werşeq û kivrîşkan hatin dîtin.
Bi saya wênegirên ku di heman demê da bi armanca têkoşîna dijî nêçîrvaniya bi qaçaxî jî tên bikaranîn, di nava sala 2021ê da ceza li 5 nêçîrvanên qaçax hat birîn.
Wekîlê Midûrê Şaxa Erzinganê ya DKMPyê Kadir Kahraman ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wênegir di şopandina dewlemendiya jiyana kovî û têkoşîna dijî nêçîrvaniya bi qaçaxî da pir girîng in.
Kahraman bal kişand ku wan wênegir nexasim ji bo heywanên bi gihan ên mezin ên wekî bizinkoviya qoççakil, werşeq, hirç û guran bi cih kirin û wiha dewam kir:
"Bi van wênegiran em li tevahiya sînorên parêzgeha me li ciyên jiyana kovî, xebatan dimeşînin. Du sedemên van xebatên me hene. Yek jê, tesbîtkirina dewlemendiya jiyana kovî. Ya din jî têkoşîna dijî nêçîrvaniya bi qaçaxî ye."
Kahraman bal kişand ser parastina jiyana kovî ya li herêmê û wiha axivî, "Parêzgeha me ji hêla jiyana kovî va pir zengîn e. Hema hema ji her derê Tirkiyeyê nêçîrvan parêzgeha me ziyaret dikin. Helbet beşeke mezin a van nêçîrvanan, nêçîrvanên qanûnî ne. Ji xeynî van, em bi saya van wênegiran û bi kontrolên midûriyeta şaxa me, nêçîrvanên bi qaçaxî tesbît dikin û miemeleyên qanûnî yên pêwîst der heqê wan da dikin."