Haydar Şahin
12 Mijdar 2020•Rojanekirin: 17 Mijdar 2020
Li Îdirê Umît Erenê ji bo têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) amûrên hijyenê çêdike ji zerdeliyên li bajêr hêşîn dibin qolonya û dezenfektanê çêdike û eleqeyeke mezin dibîne.
Piştî ku Wezareta Parastinê destûr da ku ji bo têkoşîna dijî vîrusê li dermanxaneyan dezenfektan were çêkirin Erenê li bajêr dermenfiroşiyê dike jî dest bi xebatan kir.
Eren bi qasî demekê ji bêhnên cuda qolonya çêkir û paşê jî ji zerdeliyên li bajêr hêşîn dibin dezenfektan çêkir.
Eren zerdelî ji hin xebatan derbas dike û paşê di çêkirina qolonya û dezenfektanê da bi kar tîne. Eren amûrên xwe derxistin firotinê. Qolonyaya zerdeliyan û dezenfektana Eren çêkirin di demeke kin ji bajêr û herêmên din eleqeyeke mezin dîtin.
Erenê dermanfiroş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir piştî ku Wezareta Parastinê destûr da ku ji bo têkoşîna dijî vîrusê li dermanxaneyan dezenfektan were çêkirin dest bi xebatan kir.
Eren got pêşiyê dezenfektan çêkirin û paşê jî dest bi çêkirina qolonyayê kirin û wiha pê da çû: "Me mêze kir ku li piyaseyê qolonyayê zehf biha difroşin. Bi zêdebûna biha va amûrên nerind derketin piyaseyê û ji ber vê jî me dest bi çêkirina qolonyayê kir."
Eren got di qolonyayê xwe da bêhna nebatên cuda bi kar anîn û wiha axivî:
"Me dema ev kir jî got 'Çima qolonyaya Îdirê tunebe? Me ji mêweya nîşaneya Îdirê qolonya çêkir."
Eren got armanca wan ew e ku li rexê qolonyayên bi nav û deng qolonyaya Îdirê jî çêbikin û wiha pê da çû: "Piştî me qolonya çêkir kesên li dervayê bajêr ên bîra bajêr dikin eleqeyeke mezin nîşan dan. Em niha xwe bi siparîşan ra nagihînin. Me îsal ji bo li dermanxaneyê bifroşin çêkir lêbelê sala pêşiya me em ê zêde çêbikin ji bajar û welatên din ra jî bişînin."