ANKARA
Xeta şêwirê 'Alo 183ê' ku xizmeta şewirî û rêberiyê dide jin, zarok, astengdar, merivên şehîd û gaziyan, êdî xêncî xizmeta zimanê îşaretê bi zimanê kurdî jî xizmetê dide.
Li navenda Alo 183ê ya ku li Gazîentebê hatiye vekirin, personelên kurdî diaxivin dixebitin. Bi taybetî têlefonên ku ji herêmên Rojhilat û Rojhilata Başûr tên, personelên kurdî dizanin dixebitin û alîkariyê didin welatiyên kurd.
Ji ber ku ji kesên ku bi telefonê alîkariyê dixwazin bi piranî zaravayê kurmancî diaxivin, personelên ku zaravayê kurmancî diaxivin hatin wezîfedarkirin.
Her wiha di xeta Alo 183ê de dê bi zimanê erebî jî xizmet bê dayîn.