Muhammet Kurşun
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
VAN
Daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya li ser rakirina qedexeya derketina zozanan li bajarên wek Wan, Mûş, Hekarî, Bedlîs û bajarên din ên derdorê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Serokomar Erdogan, di ziyareta xwe ya Hekariyê de mizgîniya rakirina qedexeya derketina zozanan da ku ji ber sedemên ewlehiyê demek berê hatibû qedexekirin. Li gor mizgîniya Erdogan dê xelkê herêmê di biharê de bikaribin derkevin zozanan.
Odeyên zîraetê yên Hekarî, Wan, Mûş û Bedlîsê û borseyên wan ên ticaretê ragihandin ku bi rakirina qedexeyê dê zozan wek berê bi keriyên pez û garanên dewaran ve tijî bibe û ev yek dê rengekî cuda yê herêmê bide der.
Serokê Odeya Zîraetê ya Hekariyê Naif Onal, bo peyamnerê AAyê diyar kir ku daxuyaniya Erdogan di nav xelkê de coş û kelecan çêkiriye. Onal got yek ji karên herî muhîm ku xelk xwe pê xwedî dike heywandarî ye û wiha axivî:
"Daxuyaniya Serokomarê me cotkar, heywandar û xelkê Hekariyê gelekî kêfxweş kirine û ew xistine nav kelecanê."
Ji bo xwedîkirina pez Onal anî ziman ku divê şivan derketin zozan, merg û çayiran û wiha dewam kir:
"Ji bo derketina zozanan jêrxane lazim e. Heywandarên me ji bo qedexeyê pezê xwe firotin. Ji bo derketina zozanan jî heywan lazim in. Divê demildest gomên heywanan li gundên me werin çêkirin. Ji bo her malbatê 25 mî û 2 beran wek deyn werin dayîn. Hedefa me ew e ku em bigihên jimara 2 milyon û 500 hezar heywanî."
Herwiha got eger heywandarî pêş bikeve dê goşt ji derve neyê kirrîn.
Serokê Odeya Zîraetê ya Yuksekovayê Adnan Onay jî bo peyamnerê AAyê diyar kir ku daxuyaniya Erdogan bûye sedemê hêviyê û li navçeya wan potansiyela 2 milyon ton êm heye.
Onay got eger qedexe rabe dê goşt erzan bibe, şîr zêde bibe û heywandarî geş bibe û wiha dewam kir:
"Ev pêngaveke pir mezin e. Me êmê zivistanê havînê dida heywanên xwe, ji bo zivistanê êm nedima. Loma ev problem dê nemînin. Li herêmê 500 hezar pez, 60-70 hezar jî dewar hene."
Serokê Borseya Ticaretê ya Wanê Enwer Memduhoglu jî got ew piştgiriyê didin daxuyaniya Serokomar Erdogan.
Memduhoglu wiha axivî:
"Li herêma me çavkaniyên debarê çandinî û heywandarî ne. Loma daxuyaniya Serokomarê me pir muhîm e û dê fêdeyeke mezin bigihîne vê sektorê."
Serokê Odeya Zîraetê ya Wanê Hasan Ozgokçe jî got ku dê rakirina qedexeyê tesîreke pir erênî li ser xelkê û bazarê çêke.