Abdullah Tel
15 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2020
Li Agiriya demsala zivistanê bi zor û zehmetî derbas dibe û welatiyên ku bi masîgiriyê debara xwe dikin jî li ser kar û barê xwe ne.
Welatiyên havînê di kar û barên înşeatê da dixebitin piştî ku ew kar diqede ber bi zivistanê va vedigerin bajêr û li vê derê jî masîgiriyê dikin.
Bi roniya sibehê ra masîgir ji malê derdikevin û tên ber çemê mîna cemedê ku hin cihên wê qerisîne. Cilê xwe yên avê derbas nake li xwe dikin û dibêjin "bîsmîllah" û dest bi kar dikin.
Welatî bi bivir û bêran cemedê dişkênin û cihên masî lê kom bûne tesbît dikin.
Masîgir piştî tespîtkirina cih tora xwe diavêjin nav avê û masiyên diqefêlin tijî çewalan dikin.
Digel talûkeyan masîgir dev ji karê xwe bernadin û ji ber sir û seqemê bijang û biriyên wa qeşa digirin.
Ji masîgiran Halîs Gunayê 60 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew 40 sal e tê ser qismê Çemê Mûradê yê ku di navbera navçeyên Hamûr û Tûtakê da dimîne û li wir masiyan digire.
Gunay destnîşan kir ku ew havînê di karên înşeat û rojane da dixebite û wiha pê da çû: "Bi salan e em zivistanê masiyan digirin. Em îro jî ji bona vê hatin çem. Em cemedê dişkênin û masiyan digirin û debara xwe wisa dikin. Wan dibin navçeya Hamûrê û kîloya wan bi 6 lîreyî difiroşin."
Ji masîgiran Ahmet Yakut jî destnîşan kir ku di hewaya sar da girtina masiyan karekî zehmet e lê ji bo debara mala xwe ew bi mecbûrî vî karî dikin.