ŞANLIURFA - TURKAN TOSUN
Nadya El-Huseyîn a ji Kobanêyê bi malbata xwe ve ji ber êrîşên DÎŞIyê xwe spartiye Tirkiyeyê dixwaze vegere welatê xwe û dîsa mamostetiya kurdî bike.
Nadya Huseyîn a mamostaya kurdî û malbata wê li navçeya Sirûcê di depoyeke vala de dimînin û li ber xwe didin da ku di vê rewşa nebaş de bijîn.
Huseyînê ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku ew bi malbata xwe ve li Kobanêyê bextewar bûn û di rewşeke baş de dijîn. Lê dema êrîşên DÎŞIyê zêde bûn ji bo ku canê xwe xilas bikin wan xwe spartin Tirkiyeyê.
- Dixwazim dîsa dersên kurdî bidim
Huseyînê got ku wê 2 salan perwerdeya zimanê kurdî hildaye û wiha axivî:
"Min du salan perwerdeya zimanê kurdî hilda. Ev salek bû jî min dersa kurdî dida zarokên pola 4 û 5an. Ez ji mamostetiya kurdî pir hez dikim, lewra zimanê me ye. Ji bilî zarokan min dersa kurdî dida mamosteyên erebî jî. Temenên wan 25-30 bû û dixwestin kurdî hîn bibin. Ez bîrya welatê xwe û axa xwe dikim. Dixwazim cardin dersên kurdî bidim."
Dayika Nadya Huseyînê Leyla Huseyîn û xwîşka wê ya mezin Xeyda Huseyînê jî daxuyandin ku ev rewşa ku di nav de ne gelekî zora wan diçe, lewra ew di depoyekê de di nav mişkan de dijîn.
Malbatê daxuyand ku Nadya mamosteyeke jîr û jêhatî ye û ew dixwaze dersên kurdî bide û gotin ku heke ew vegerin welatê xwe ew ê axa xwe maç bikin.