Türkan Tosun
04 Tebax 2020•Rojanekirin: 05 Tebax 2020
Eleqeya ji bo Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin her ku diçe zêde dibe, di Eyda Qurbanê da jî gelek kes çûn mizgeftê.
Kesên li Stenbolê dijîn, yên ji dervayî bajêr û dervayî welêt qefle bi qefle tên ziyareta mizgeftê.
Beriya nimêjê mizgeft tê paqijkirin û xebatên dezenfekteyê tên kirin.
Piştî mele bang dide jî mirov ji dûrî hevdu disekinin û wisa nimêja xwe dikin.
Ji ber şewba koronayê rayedar kêm kesan hildidin hundir, yên mayî jî di hewşa mizgeftê da nimêja xwe dikin.
Îro jî piştî nimêja nîvro Qur'an hat xwendin û dia hat kirin.
Dema nimêj tê kirin an jî welatî di mizgeftê da digerin bang li wan tê kirin ku ew dûrî hevdu bisekinin.
Welatiyên benda rêza xwe ne ku bikevin hundirê mizgeftê ji bo diyariyê wêneyan dikşînin.