Abdullah Söylemez
06 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2022
Zarokên malbatên ku li Zozanê Sînegê yê li Agiriyê heywandariyê dikin, bi diyariyên ji bo eydê yên xêrxwazan va pir kêfxweş bûn.
Lutfu Yigitê ji Samsunê yê personelê Midûriyeta Ciwanî û Werzişê û jina wî Hatice Bolat Yigita Kahramanmaraşî ya hemşîre yên ku bi alîkariya xêrxwazan va mehên zivistanê gundan ziyaret dikin û alîkariya bot û kincan didin zarokan, piştî ku dibistan tetîl bûn jî di xweşkirina dilê zarokan da berdewam in.
Jin û mêrê xwebexş ên xwestin berî Eyda Qurbanê zarokan kêfxweş bikin, koliyên alîkariyê yên ku bi piştgiriya xêrxwazên ji çarheqalê welêt temîn kirin, birin Zozanê Sînegê yê 30 kîlometre dûrî navçeya Taşliçayê.
Jin û mêrê xêrxwaz li vir kinc, sol û çîçik diyariyî zarokan kirin û bi malbatên ku li raqim 2 hezar û 400î karê heywandariyê dikin ra sohbet kirin.
Zarokên ku bi diyariyên eydê kêfxweş bûn, spasiya xêrxwazan kirin.
Xwebexş Lutfu Yigit ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew kêfxweş in ku ew ji bo cara ewil li zozan xebata xêrxwaziyê dikin û wiha dewam kir:
"Li seranserî Agiriyê di 2 salên dawîn da ji dorhêla me ya nêzîk, ji dostên me û ji gelek ciyên Tirkiyeyê alîkarî hatin dayîn. Bi alîkariyan me xwe gihand 65 dibistanên gundan û 2 hezar û 500 xwendekarî. Me alîkariyên xwe bêtir zivistanê dikirin. Niha jî me xwest em berî eydê zarokan kêfxweş bikin. Çalakiyeke pir xweş çêbû. Zarok îro pir kêfxweş bûn."