İsmail Kaplan
19 Sibat 2022•Rojanekirin: 20 Sibat 2022
Gola Aygirê ya li Susiza navçeya Qersê bi tevahî cemidî.
Gola ji ber sermayê bi tevahî cemidî bi xweşikahiyên xwe va ziyaretvanan şaş û metel dihêle.

Bi barîna berfê dora gola cemidî xemilî û bi dîmenên xweşik va ji bo hezkiriyên wênekêşiyê bû studyoya tebiî.
Mêvanên tên herêmê li ser gola cemidî digerin û dîmenên bergehê dikişînin.

Selîm Ozgunê ziyaretvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo ciyê wê hem jî bo xweşikahiyên wê golê gelekî diecibîne.
Ozgun destnîşan kir ku rûyê golê bi tevahî cemidî û wiha axivî: "Golek her demsalê evqasî xweşik dibe gelo. Ez havînê jî hatibûm vê derê, dîmenên vê derê gelekî xweşk in. Niha bi xêliya sipî xemiliye, rûyê golê qeşa girtiye. Min bi têlefona xwe dîmenên vê derê kişand. Pêşniyaz dikim ku bira ziyaretvan werin vê derê bibînin."