Önder Beyter
26 Adar 2020•Rojanekirin: 29 Adar 2020
Li Agiriyê Gola Masiyan ku rûyê wê diqerime û raqima wê jî 2 hezar û 241 e, heya dawiya meha adarê ji bo kesên ku bi rêbaza Eskîmoyan masiyan digirin, bû deriyê nan.
Gola Masiyan ku 30 kîlometre dûrî navçeya Taşliçayê ye û ji ber sir û seqemê salê 5-6 meh rûyê wê qerimî dimîne, ji bo xelkê gundên herêmê deriyê debarê ye.
Li herêma ku dinya germ bû, piştî barîna baranê ya vê axiriyê, her çiqas berfa li serê çiyayan heliya be jî lêbelê cemeda rûyê golê hê veneheliyaye.
Welatiyên ku demsala zivistanê her roj masiyan digirin û pê nan dibin mala xwe, di meha adarê da jî ku li gelek deverên Tirkiyeyê dinya êdî germ bû, xebata xwe domandin.

Welatî serê sibehê zûtirê radibin, piştî meşeke dûdirêj xwe digihînin golê û li vê derê bi şîşan va cemeda ku bi qasî nîv metreyî sitûr e dişikênin û tor û nîkên xwe diavêjin golê û masiyan digirin.
Xelkê herêmê Ozcan Çekim ku debara xwe bi girtina masiyan dike, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di maweya demsala zivistanê da ew her roj serê sibehê radibe tê golê, masiyan digire û pê debara mala xwe dike.
Çekim bal kişand ku ligel dawiya meha adarê hatiye, lêbelê hê jî cemeda rûyê golê veneheliyaye û wiha dewam kir:
"Em di rojên dawîn ên adarê da ne û ligel vê yekê cemeda golê hê jî veneheliyaye. Em bi ser cemeda rûyê golê dimeşin û wisa masiyan digirin. Heta 20 rojan cemed dê vehele. Gava quling tên, vehelîna cemedê dest pê dike."