10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2017
WAN
Zarokên astengdar ên malbata Bîlena ku ji ber şerê li Iraqê reviya û li Wanê bi cih bû, bi saya muzîkê dinya xwe ya tarî ronî dikin.
Alî (20) û Şîrîna (21) zarokên malbata Bîlena ku di sala 2012an de ji ber şerê li welêtê xwe revîn û hatin di xaniyê xizmekî xwe yê li Taxa Suphana Wanê bicih bûn, bi lêdana gîtar û baxlemayê hewldidin ku êş û elema şer ji bîr bikin.
Xuşk û birayê Bîlen ku piştî hatin Wanê çûn kursan û xwe di warê muzîkê de pêşve birin, carinan ji bo xwendekarên kursê konseran didin.
- Astengiyên min hebin jî min destê xwe ji tiştek neşûşt
Alî Bîlenê nebîna daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got kû dema li gund digeriya bi dengê tembûrê ji muzîkê hes kirî.
Bîlen got: "Tembûr evîna min e"û diyar kir ku dixwaze di vê rêyê de dengê xwe bigihîne Turkiyeyê.
Bîlen got ku bi malbata xwe ji Iraqê hatine Wanê û bi alikaraya dewletê debaraxwe dikin.
Bîlen wiha dewam kir: "Em ji ber ku li Iraqê di tengasiyê de bûn hatin vir. Min bihîst ku li vira mamosteyê muzîkê xwendekarên xwe kom dike û ji wan re li tembûrê dixe. Dengeke pir xweş dihat. Min jî got ez jî dixwazim li tenbûrê bixim. Hevalê min tinaza kir û got 'tuyê tevî vê halê xwe çawa li tenburê bixî' min nexwest ku ji ber astengiyê destê xwe ji her tiştî bişom. Her çiqas min xwest jî, kesek tembûrê rê min neda. Min jî biryar da ku bixwe hînî tenbûrê bibim. Li ser vê jî min tenbûr kirî û xwe bixwe hînî lêxistina tenbûrê bûm."
- "Ji min ra dibêjin Aşiq Weyselê Wanê"
Bîlen destnîşan kir ku bi saya tembûrê hestên xwe baştir îfade dike û wiha got: "Bi demê ra muzîk bû perçeyekî min. Yên ku dibînin ji min ra dibêjin Aşiq Weyselê Wanê. Bi navê Metîn Şenturk namgî min dikin."
- "Bi saya eşqa gîtarê ji heyatê hez dikim"
Şîrîn Bîlena ama destnîşan kir ku muzîk û gîtar bûye perçeyekî heyata min.
Bîlenê diyar kir ku muzîk jiyana wê ya tarî ronî dike û got ku bi eşqa gîtarê ji heyatê hez dikim.