Abdullah Tel
27 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2020
Li Diyarbekirê fîrmayekê şîraniyan çêdike dest bi çêkirina qedayîfa sar a ku rûn û şekirê di nav da li gor ya asayî kêmtirin, kir.
Pastexaneyên Hacibaba ya ku saziya xwemalî ya Diyarbekirê ye li ser qedayîfa bi sedan sale wek tehma bajêr tê zanîn û bi gelek cureyan çêdikin tehmeke nû zêde kir.
Qedayîfa ku heta îro bi tû, penêr, fistiq û gûzan awayek dûz û badayî dihat çêkirin û pêşkeşî kiryaran dihat kirin vê carê jî bi şekl û tehmeke nû ya dibêjin "qedayîfa sar" va hat pêşwazîkirin.
Ev qedayîfa sar a ku hevîrê wê zirav zirav vedikin, navê tijî fistiq dikin, di sêniyên rûnê malê binî va kirine da tê çêkirin. Şekir û rûnê wê li gor qedayîfê kêmtire şîreya wê ji şîr tê çêkirin, qedayîf ji bo hev baş bigire jî rojekê di sarincê da disekine.
Serokê Lijneya Rêveberiya Pastexaneyên Hacibaba Yilmaz Elaldi daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wan 2 sal berê piştî bi sedan ceribandinan peqlewaya sar derxistin bazarê û piştî wan jî çêkirina vê cureyê li gelek bajarên din jî dest pê kir.
- "Şîraniyên ji şîr zêdetir bala mişteriyan dikişînin"
Di axaftina xwe da Elaldi ragihand ku lazime ew her tim tiştên nû derxin meydanê û ji bo vê jî hewl didin û wiha pê da çû: "Eleqeya li ser beqlewaya sar ji bo çêkirina qedayîfa sar em teşwîq kirin. Me qedayifa sar hêj nû çêkir û derxist bazarê lê eleqeyeke zêde tê nîşandan. Kesên nexweşiya şekir bi wan ra heye jî dikarin bi rihetî vê qedayîfê bixwin lewra şekirê tê da gelek kêm e. Eleqeya li ser şîraniyên bi şîr zêdetire. Em mehê 21 ton şîraniyên bi şerbet difiroşin lê 24 ton jî şîraniyên ji şîr çêkirî difiroşin. Şîraniyên ji şîr zêdetir bala mişteriyan dikişînin"
Di berdewamiya xeberdana xwe da Elaldi got ku ji bo pesendkirina tehma qedayîfa sar wan serî li meqamên eleqedar dane û ji bo tehmên nû jî wê xebatên xwe bidomînin û wihadewam kir: "Îro li rûyê dinyayê dema qala peqlewaya sar tê kirin Diyarbekir tê bîra wan. Ev qedayîfa sar jî rastî eleqeyê hat û kî dixwe gazî çend kesên din dike û ew tên bi hev ra dixwin. Tehmeke pir xweşe. Di nav 3 mehan da wê qedayîfa sar bi tehma xwe li çar aliyê Tirkiyeyê belav bibe."
- "Tehmeke pir xweş e"
Zelîş Enese ya ku cara ewile qedayîfa sar tehm dike û got ku tehmeke pir xweş di devê mirov da dihêle û wiha domand: "Ev cara ewile ku ez dixwim lê tehmeke gelek xweş e. Min gelek eciband. Ez ê bibim malê jî û wisa texmîn dikim ku wê zarokên min jî biecibînin."