Özkan Bilgin
13 Tebax 2022•Rojanekirin: 14 Tebax 2022
Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê ji binê Behra Wanê 400 hezar mêtrokup herî derxist.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê hat diyarkirin di çarçoveya xebatên paqijkirinê da di kordînasyona Daîreya Kontrol, Parastin û Hawirdorê da ji binê Behra Wanê 400 hezar mêtrokup herî hat derxistin.

Di xebatan da 27 makîneyên kar û 40 personel 13,9 kîlomêtro di binê Behra Wanê da paqijiyê dikin.
