İbrahim Atmaca
22 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2019
Ji bo 4 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya tavî û teyrokê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be. Li Erzirom, Erzincan, Agirî û Îdirê bi navber tavî û teyrok tê payîn.
Li herêmê tê payîn ku germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 3, li Qersê 5, li Agiriyê 7, li Erziromê 8, li Îdir û Tunceliyê 9, li Erzincanê 10 pile hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 22, li Erzincanê 20, li Îdirê 19, li Erdexanê 17, li Agiriyê 16, li Erzirom û Qersê 15 pile tê payîn.