Li Bursayê li firnê nanên bi kiloyekê tên derxistin. Nan li gorî îhtiyaca muşteriyan hûr dikin û difiroşin. Bi vî awayî nahêlin nan bê îsrafkirin.
Xwediyê firneya li navçeya Osmangaziya girêdayî navendê Hakan Dogan, der barê vê sepandinê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 120 sal e, ji bav û kalan vî karî dikin.
Dogan destnîşan kir ku îsrafa nan ji pirsgirêkên herî mezin yê Tirkiyeyê ye. Salê nanê tê pehtin ji sedî 6ê wê nayê xwarin û tê avêtin.
- "Berê me nan bi hesabê kîloyê derdixist, hûr dikir û difirot."
Dogan got ku li welêt her sal nêzî 4 milyon û 900 hezarî nan îsraf dibe û wiha dewam kir: "Em li ser îsrafê fikirîn û me got gelo em çi bikin em ê peşiya îsrafê bigirin. Zemanên berê me li firnan nan bi hesabê kîloyê derdixist, hûr dikir û difirot. Jixwe li gelek derên Anadoluyê hê jî wiha tê kirin. Li Trabzonê hûn dikarin nan bi kûzî bikirin. Li Egeyê hûn dikarin bibêjin li gorî 2 lire, 3 lireyê nan bide min û nan kûzî kûzî bikin. Lê ev edet li bajaran êdî nemaye. Ji ber ku pêşiya îsrafê digirê, em nan kûzî kûzî dikin û difiroşin."