Buğrahan Ayhan
21 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2024
ANKARA (AA) - Ji bo Rojhilat û hin deverên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berfê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, piştî nîvê şevê Qers, Erdexan, Agirî û navçeyên wan ên bakur û rojhilatê di serî da li derdora Erziromê û deverên bilind ên Mûşê; Bidlîs û navçeyên bakur û başûr ên Wanê, deverên bilind ên Sêrtê, deverên bilind ên rojhilatê Şirnexê û deverên bilind ên Şirnexê di serî da li Hekariyê şilope û berf tê payîn.
Ji bo ku di çûyîn û hatinê da tengasî dernekeve, di cemed û qermê da tengasî neyê kişandin û ji bo şepeyê hişyarî hat dayîn.