İbrahim Atmaca
08 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2019
Ji bo derdora Wan û Hekariyê hişyariya berfê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be. Li gor texmînê li başûrê Wanê û derdora Hekariyê şilope û berf wê bibare.
Li herêmê bi şev û serê sibê cemed û qeşa tê payîn, germa hewayê jî li gor demsalê ye.
Nava rojê germa herî zêde li Wanê 6, li Mûşê 5, li Hekariyê 4 û li Bidlîsê 2 pile tê payîn.
Ji aliyê din va li Bêgiriya (Muradiye) navçeya Wanê jî piştî berf û bagerê rêya 2 gundan hat girtin. Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo vekirina rêyan dixebitin.