Nihat Kavşut
18 Îlon 2015•Rojanekirin: 18 Îlon 2015
Malbata Îzgahiyê ya ku ji ber şerê navxweyî ji Hamaya Sûriyeyê revî Tirkiyeyê, ji bo du zarokên xwe yên ku astengdar in û nexweşîna çerm bi wan ra heye li benda alîkariyê ye.
Nezîre Îzgahiya (40) ku 20 roj berê hat Reyhanliya Hatayê û di odeyekê da bi 4 zarokê xwe dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Zarokên min Rafet (21) û Mihemed (11) him astendar in û him jî nexweşîna çerm bi wan ra heye. Li Sûriyeyê ez çûm cem bijîşk, lê nehatin dermankirin. Em hatin Tirkiyeyê û ez dixwazim li vir bên dermankirin."
Îzgahiyê destnîşan kir ku mêrê wê li Sûriyeyê ye û bi tena serê xwe li zarokan dinihêre û wiha xeberda: "Zarokên ji hiş û bedenê astengdar in. Di çermê wan da jî newxeşîn heye. Li Sûriyeyê nehatin dermankirin. Hêviya me Tirkiye ye û em 20 roj berê hatin. Hêvî dikim ku zarokên min li vir werin dermankirin."