İbrahim Özcan
26 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2024
Sûriyeyiyên ku di kêliya şerê navxweyî da xwe spartin Tirkiyeyê, piştî têkçûna rejima Beasê ya 61 salî vedigerin welatê xwe.
Sûriyeyî li Kilîsê ber Deriyê Gumrikê yê Oncupinarê civiyan û piştî kar û barên li Navenda Paşveşandinê ya Dilxwazî, diçin welatê xwe.
Recep Huseyînê 23 salî ji bo ku vegere welatê xwe hat ber deriyê sînor û diyar kir ku wî ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe 9 sal berê xwe spart Tirkiyeyê û wiha dewam kir, "Şer kuta bû, ez vedigerim welatê xwe. Di dilê min da hizûr heye. Ez gelekî spasiya Tirkiyeyê dikim. Cihê wê li ser serê min e."
Mihemed Şakir (28) jî got ku wî 8 sal berê xwe spart Tirkiyeyê û wiha dewam kir, "Rejima Esed têk çû ew vedigere welatê xwe, her tişt baş bû. Êdî li wê derê tiştek nema, ez gelekî kêfxweş im."