Önder Beyter
08 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2019
Tê texmînkirin ku li Marmara, Ege, Behra Spî ya Rojava, rojavayê bakurê Anadoluya Navîn, Behra Reş a Rojava û Navîn û herwiha qeraxên Behra Reş a Rojhilat îro dê tavî û taviya bibirqetav were.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, germahiya hewayê li bakur û deverên hundir dê zêde bibe û li ciyên din jî guhertineke berbiçav dê çênebe. Germahî li seranserê welêt dê di asta pileyên demsalê da be.
Herwiha tê texmînkirin ku li Marmara, Ege, Behra Spî ya Rojava, rojavayê bakurê Anadoluya Navîn, Behra Reş a Rojava û Navîn û herwiha qeraxên Behra Reş a Rojhilat îro dê tavî û taviya bibirqetav were. Li ciyên din jî hewa dê perçe ewrayî be.
Herwisa tê texmînkirin ku tavî dê li başûr û rojhilatê Marmarayê û li Mugla, Duzce, Zonguldak û dewrûbera Bartinê wekî herêmî bihêz be.
Gelekî girîng e ku li van deran welatî li hemberî îhtimalên wekî lehî û bayê bihêz bi tedbîr bin.