Elif Irmak
06 Gulan 2020•Rojanekirin: 14 Gulan 2020
Hat ragihandin ku ji bo guldexwînên ku di biharê da li cihên çiyayê yên Anadoluyê derdikeve û di nav gel da dibêjinê ku "bûka bigirî" zirar e ku wê ji pîvaza wê va jê bikin.
Guldexwînên ku li Wan û Hekariyê bi germbûna hewayê ra xweza şên kirin bi kulîlkên xwe yên sor û zer va dîmenên bêhampa derdixînin holê.
Guldexwînên ku bi taybetî li Taxa Dîlmetaşê ya li Gewaşa navçeya Wanê bi awayekî tebiî derdikevin û gel dibêjê ku "bûka bigirî" bi xweşikahiya xwe ya bêhempa ji bo nasandina herêmê roleke girîng dilîze.
Li taxê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) welatiyan guh da banga "li malê bimîne" ji ber vê jî jimara ziyaretvanan gelekî kêm bû.
Hat destnîşankirin ku di van demên dawîn da hin mirov hewl didin ku ji pîvaza wê va guldexwînan derxînin û li guldankan biçînin lê ev yek zirarê dide vê cureya nebata endemîk.
- "Cihê vê kulîlkê xweza ye"
Prof. Dr. Şevket Alpê Endamê Lijneya Pisporên Pîvazên Kulîkên Tebiî ya Wezareta Çandinî û Daristanê û Hîndekarê Beşa Mîmariya Peyzajê ya Fakulteya Dîzayn û Mîmariyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (ZYY) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku her sal ji bo ku guldexwînên ku seranserê dîrokê bi reng û dîmena xwe mirov heyirandine bibînin gelekî mirov tên herêmê.
Alp destnîşan kir ku divê ev kulîlka ku ji bo turîzmê gelekî girîng e bê parastin, ji cihê wê yê tebiî neyê jêkirin û ev hişyarî dan:
"Li Tirkiyeyê kulîlkên bi pîvaz ên ku li xwezayê çêdibin di bin parastinê da ne. Heke zanyar jî bêdestûr wan jê bikin dê rastî miemeleyên cezayî bên. Gelê me jî hewl dide ku vê kulîlka xweşik jê bike û di guldankan da biçîne. Ev kulîk di guldankan da çênabe, heyf e, hişk dibe. Ji herêma wê derxistina vê kulîkê hem koka nebatê dixe xetereyê hem jî sûcekî qanûnî dikin. Cihê vê kulîkê tebîat e. Ya rast ew e ku vê kulîlkê di tebîatê da biparêzin."
- Ev 5 sal e ji bo guldexwînan meşa xwezayê dikin
Serokê Kûluba Werzîşên Xwezayê û Çiyageriyê ya Cîloyê ya Hekariyê Haci Tansu jî ragihand ku digel fealiyetên xwezayê yên ku li herêmê dikin ji bo parastina cureyên endemîk jî xebatan dikin.
Tansu qal kir tê zanîn ku welatê guldexwînan Hekarî ye lê li gelek cihên dinyayê çêdibin û ev gotin:
"Mirov nikare qebûl bike ku ev cureya bin parastinê da ji cihê ku lê çêdibe bikin û bibin. Li vir 3 cure guldexwîn (şilêr) hene. Gelekî mirov ji bo ku van kulîlkan bibînin di mehên nîsan û gulanê da tên herêmê. Hêzên ewlehiyê jî dijî kesên ku zirarê didin vê cureyê gelekî xebat dikin. Em jî bi qasî ku ji destê me tê dikin. Em ji bo ku balê bikşînin ku divê guldexwîn di tebîatê da be ev 5 sal e li Hekariyê meşa xwezayê dikin."