Mustafa Hatipoğlu
08 Îlon 2024•Rojanekirin: 09 Îlon 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê Narîn Gurana ku îro cesedê wê hat dîtin da got, "Kesên ku destê me ji ewlada me ya Narîn qetandin, ji bo ku cezayê herî giran hildin, ez ê bixwe pêvajoya edlî bişopînim. Bira ev were zanîn."
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Îro serê sibê cinazeyê keçika me ya Narîn li Baglara navçeya Diyarbekirê hat dîtin. Xwedê rehma xwe lê bike. Xebera ku Narîn caniyane û wehşiyane hat kuştin, em pir xemgîn kirin û agir berda kezeba me, terîfa xemgîniya me tuneye."
Erdogan diyar kir, ji kêliya ku Narîn winda bûye pê va hêzên ewlehiyê ji bo ku bi zindî xwe bigihîninê, pir xebitîn û wiha dewam kir:
"Mixabin di encama lêgerîna ku 19 rojan dewam kir da me tu xebereke ku em pê şa bibin, hilneda. Kesên ku Narîn kuştin, wê miheqeq li ber edaletê hesab bidin, em ê ji bo vê bixebitin. Kesên ku destê me ji ewlada me ya Narîn qetandin, ji bo ku cezayê herî giran hildin, ez ê bixwe pêvajoya edlî bişopînim. Bira ev were zanîn."