Elif Somuncu
16 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2026
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, roja şemiyê piştî saetên êvarê li Beykoz û Şîleyê yên li bakurê Hêla Anadoluyê ji aliyên rojava û bakurê rojava bahoz tê payîn.
Ji ber vê yekê beramberî neyêniyên wekî astengiyên di veguhastinê da, firîna serbanan û wergerîna daran, ji welatiyan tê xwestin ku baladar û bi tedbîr bin.
Ji Navenda Texmîn û Hişyariya Zû ya Herêma Stenbolê ya Rêveberiya Herêma 1ê ya Meteorolojiyê jî li ser mijarê daxuyanî hat dayin.
Hat tomarkirin ku sibe piştî saetên êvarê li bakurê Hêla Anadoluyê ya Stenbolê û dorhêlên Kocaeli û Sakaryayê ji aliyên rojava û bakurê rojava çaverêya bahozê heye.