Haydar Şahin
19 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
VAN
Midûriyeta Navenda Ciwaniyê ya li Tuşbaya navçeya Wanê bi piştgiriya Midûriyeta Saziya Kar û Xebatê (ÎŞ-KUR) qursa neqişandina daran vekir û jin eleqeyeke mezin nîşanî qursê didin.
Yusuf Aydinê Midûrê Navenda Ciwaniyê ya Tuşbayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di çarçoveya projeya "Bi Malbata Xwe Ra Hîn Dibim" da qursa neqişandina daran vekirin.
Aydin destnîşan kir ku ji Tuşbayê û navçeyên din tên û beşdarî qursên nav hefteyê û dawiya hefteyê dibin.
Nurhan Ayturka perwerdekara qursê diyar kir ku 30 sal e daran dineqişîne û wiha axivî: "Em ê li Navenda Ciwaniyê qursa ku 4 mehan dewam bike bidin 25 jinan. Em ê sertîfîkayê bidin jinên ku bi serkeftî qursê temam bikin. Jinên me ew ê bi tiştên li vê derê hîn dibin va tevkariyê bidin aboriya malbatên xwe."
Oya Demira qursiyer jî destnîşan kir ku qurs gelekî kêrî wê hat û wiha pê da çû: "Qurs bi kêfxweşî derbas dibe. Em ji mamosteya xwe gelek tiştan hîn dibin. Em li qursê ji stresê xilas dibin. Dema me baş derbas dibe. Qursê tevkariyeke mezin da min. Hedefa min ew e ku di pêşerijê da ji xwe r akar ava bikim."