Haydar Şahin,Abdullah Tel
22 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2020
Li Licêya navçeya Diyarbekirê jin beşdarî qursa fîlografiyê dibin, hem dikevin nav civakê hem jî tevkariyê didin aboriya malbatên xwe.
Şaredariya Licêyê û Qaymeqamtiyê ji bo jin ji stresê xilas bibin, têkevin nav civakê û tevkariyê bidin aboriya malbaên xwe li Navenda Piştgiriya Malbatê qursa "fîlografiyê" vekirin.
Di gava ewil da 15 jin beşdarî qursê bûn, piraniya jinan ji ber ku cara ewil dibin xwedîmeslek û ew ê tevkariyê bidin aboriya malên xwe kêfxweş in.
Jin çakuş û mixan didin destê xwe û li gor xeyalên xwe ji texteyan berheman çêdikin û berhemên xwe bi navbeynkariya "Kooperatîfa Jinan" difroşin.
Cevdet Bakkalê Qaymeqam û Wakîlê Şaredar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û di diyar kir ku ji bo jinên li navçeyê meslek hîn bibin, tevkariyê bidin aboriya malên xwe xebat dan destpêkirin.
Bakkal got amûrên ji berhemên ku jin çêdikin wekî şaredarî temîn dikin, bi kooperatîfa ava kirin va jî berheman difroşin û tevkariyê didin wan.
- Tevkariyê didin aboriyê
Bakkal got hem li ser înternetê hem jî li ser medyaya civakî berheman diforşin û wiha pê da çû:
"Em ê bi awayî tevkariyê bidin aboriya wan, îstixdameke nû ava bikin. Navenda piştgiriya malbatê ya navçeya me bi salan e xebatan dimeşîne. Em ê li navçeyê xebatên xwe bidomînin. Armanca me ya sereke ew e ku ji hêla aboriyê va tevkariyê bidin jinan. Ji ber ku di qursê da berheman çêdikin jî em vê didomînin. Em ê paşê van berheman bifroşin tevkariyê bidin aboriyê. Em xebatên wiha dema nexweşiyê da li gor rûpêç, mesafe û hijyenê dikin."
Hezar Karadaşê hîndekarê qursê diyar kir ku 15 qursiyer bi fîlografiyê xeyalên xwd dikin.
Karadaş wiha pê da çû: "Nîvê beşdarvanan kevanî ne û evder ji bo wan gelek baş e. Cara ewile ku ew beşdarî qursa fîlografiyê dibin. Di serê ewil da zehmetî kişandin û her î ku çû destê wan hîn bû û tên astên gelek baş. Ew dema tên vê derê him hev nas dikin û him jî derd û kulên xwe ji bîr dikin."
- "Em ê pere qezenc bikin û debara xwe bikin"
Kamîle Çelîk a beşdarî qursê bû got ku bi taybetî jî di vê dema şewbê da xebateke wiha gelek bi kêrî wan hat û wiha domand: "Dema me nû dest bi qursê kir baweriya me zêde tunebû û me gote ku em ê nikaribin ji heq bên der. Lê her ku wext derbas bû berhemên ji hev xweştir derketin meydanê. Meriv ji xwe bawer dike, hevalên meriv çêdibin û wext xweş derbas dibe. Ji bo me gelek bi kêr hat. piştî ku qurs biqede em ê pereyê xwe qezenc bikin û pereyê xwe qezenc bikin.
- "Ez vê derê bo xwe wek dibistan, wek zanîngeh dibînim"
Ji beşdarvanên qursê kevaniya malê Gulfîzar Delîdereyê jî got ku ew bi armanca hînî karekî bibe hat qursê û wiha pê da çû: "Ez neçûm dibistanê û vê derê ji bo xwe wek dibistan û wek zanîngeh dibînim. Em li vê derê xwe pêşva dibin. Xebata em li vê derê dikin ji bo jinên li malê wextê xwe derbas dikin gelek baş e. Wek kevaniyek min bawer nedikir ku ez ê bikaribim tişteke wiha bikim lê di demeke kurt da em gelek tişt hîn bûn."
Hat gotin ku ji bo kevaniyan dema qursên wiha bên vekirin wê gelek baş bibe û ew ê ji aliyekî va hînî kar bibin û ji aliyekî va jî wextê xwe vala derbas nekin.