Saîm Ûlûsoyê (50) ku li ser kolana Halkê ya navenda navçeyê marketa wî heye got ku ji bo balê bikşîne û nehêle ku wesayît li ber dikana wî bisekine kelesgehê ga bi cih kir.
Ûlûsoy daxuyand welatî gelek aleqe nişanî kelesgeh û dikana wî didin. Ûlûsoy wiha dewam kir: Min tekerlekên kelesgehê ga yên kevn dit. Li Senayiyê cihê mayî da tememkirin. Dema min kelesgeh anî ber dikanê kêfa mirovan jê re hat. Bi piranî jî mirovên kal hatin û eleqeyeke pir nîşan dan. Bi saya kelesgehê ga mişterî jî zêde bûn. Ji aliyê din ve ji ber kelesgehê wesayît li ber derê dikanê nesekinîn û devê Marketê her tim vekirî ma.
Her wiha Ûlûsoy bi zebeş û fêkiyên dinê kelesgehê ga dixemilîne.