Sayim Harmancı,Mesut Varol
18 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Koçerên li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dijîn ji bo ku havîna xwe derbas bikin diçin zozanên Wan û Hekariyê.
Zozanên li Wan û Hekariyê ji ber hewaya xwe ya hênik, avên xwe yên sar û mergên xwe yên hêşîn her sal koçeran dikin mêvan.
Koçerên ji Batman, Şirnex, Sêrt û Mêrdînê tên zozanan heywanên xwe diçêrînin, şîr, mast, penêr, rûn û to berhev dikin û bi firotina wan debara xwe dikin.
Bekir Tunçê ji Sêrtê hatiye Zozanê Keşîşê ya li Gurpinara navçeya Wanê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand barana ku vê biharê barî siruşt zindî kir.
Tunç kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Par hişkayî hebû, lê îsal her der hêşîn e û av jî zêde ye. Em ê li vir heywanên xwe xwedî bikin. Dema hewa sar bibe em ê vegerin."
Hamza Tayanirê hatiye zozanê li quntara Çiyayê Erekê jî got îsal giha û av zêde ye, ew ê li vir heywanên xwe biçêrîne.
Midûrê Bajêr yê Çandinî û Daristanê ya Hekariyê Cemal Ozkan jî got zêdetir ji Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û Batmanê koçer tên zozanan û wiha axivî: "Ji ber ku zozan bilind in û hewaya wan hênik e havînê koçer bi hezaran heywanên xwe tînin van zozanan. Ew qasî 4 mehan dimînin û paşê vedigerin memleketên xwe. Zozanên Berçelanê û yên li Newala Cinet û Cihenemê zêdetir tên hilbijartin."
Fahrettîn û Tayyîp Yalçin jî gotin çêreyên van zozanan zû bi zû zer nabin, heywan zêdetir şîr didin, ji ber vê ew tên van zozanan.