İsmail Kaplan
25 Gulan 2022•Rojanekirin: 26 Gulan 2022
Li Erziromê deşt û mêrg bi kulîlkên rengîn xemilîn.
Di demsala biharê da li bajêr hewa germ bû, piştî baranê jî siruşt zindî bû.

Kulîlkên zer û binevşî dîmenên xweş derxistin holê.
Bi taybetî li navçeya Çatê siruşt bi kulîlkan xemilî.
Ji gundiyan Muhammet Polat ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Erziromê dema herî xweş niha ye û wiha axivî: "Piştî zivistaneke wiha dirêj dîtina van xweşikiyan me pir kêfxweş dike. Wek ku piştî ewqas zehmetiyan me xelat hildaye. Kulîlkên reng bi reng hene ku meriv temaşekirina wan têr nabe. Piştî vê demsalê êdî meriv nikare van kulîlkan bibîne. Ji bo kesên dixwazin bêhna xwe bidin û li siruştê aram bibin ez ji her kesî ra pêşniyaz dikim ku bila bên van deran.
