Türkan Tosun
01 Nîsan 2020•Rojanekirin: 02 Nîsan 2020
Edirne heta payîzê mazuvaniya bi hezaran leglegan dike.
Nexweşxaneya Eskerî ya Edirneyê ya ku dema şerê Balkanan da xizmet dida nexweşan di sala 1941an da kişandin Gemlîkê û ew di sala 1985an da êdî bû xirbe, dîwarekî wê tenê ma.
Legleg niha tên ser vî dîwarî hêlînê çêdikin.
Ji bilî dîwarê nexweşxaneyê legleg li ser dîregên ceyranê û darên çamê jî hêlînên xwe çêdikin.
Welatî hêlînçêkirina wan temaşe dikin û bi kefxweşî wan dişopînin.