Rıdvan Korkulutaş
24 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2024
Li Yayladere û Yedîsuya navçeyên Bîngolê ji ber berfê dibistanên ku xwendekarên wan bi seyareyan diçin û tên hatin tetîlkirin.
Di daxuyanîya Walîtîyê da hat diyarkirin ku li seranserê bajêr berf barî, şert û mercên hewayê nebaş bûn.
Hat daxuyandin ji ber vê li navçeyên Yayladere û Yedîsuyê, li bajaroka Sancakê ya girêdayî navendê û li gundê Sudugunuyê 24ê Çileya Pêşîn roja sêşemê dibistanên ku xwendekarên wan bi seyareyan diçin û tên hatin tetîlkirin.
Hat destnîşankirin ku xebatkarên kamuyê yên astengdar û jinên ducanî jî wê ji ber destûra îdarî neçin kar.