Yunus Hocaoğlu
04 Nîsan 2021•Rojanekirin: 05 Nîsan 2021
Li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê, şilope û berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be.
Ji danê nîvro pê va li Erzirom, Erdexan, Qersê, danê êvarê jî li Erzincan û derdora wê baran û berf tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Erzincan û Îdirê 4, di binê sifirê da li Qersê 4, li Agiriyê 3, li Erziromê 2 pile û li Erdexanê pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 18, li Erzincanê 17, li Agirî û Qersê 1, li Erzirom û Erdexanê 10 pile tê payîn.
Qalindahiya berfê ji navendên xweşiqitandinê li Palandokenê 125, li Sarîqamişê 97 û li Konakliyê 83 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li herêmê qeşa, cemed, mij û xumam tê payîn û li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye, divê welatî baldar bin.