İbrahim Atmaca
28 Gulan 2020•Rojanekirin: 28 Gulan 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û cî bi cî ewrayî be, ji danê nîvro pê va li Erziromê, Erzincan, Qers û Erdexanê barana gur tê payîn.
Li herêmê germa hewayê wê li gor şertên demsalê be.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 4, li Erdexanê 6, li Agirî û Erziromê 7, li Tunceliyê 13, li Erzincanê 14 û li Îdirê 15 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 32, li Tunceliyê 30, li Erzincanê 29, li Agirî û Qersê 25 û li Erdexan û Erziromê 24 pile tê payîn.