Türkan Tosun
29 Adar 2020•Rojanekirin: 30 Adar 2020
Li 7 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê barana gur wê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be, ji serê sibê pê va jî li Erzirom û Erzinganê, ji nîvro pê va jî tevahiyê herêmê wê baraneke gur bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ji milê başûr va jî dem demî wê ba rabe.
Bi şev germahiya herî kêm li Îdirê jî 10 pile, li Tunceliî û Erzinganê 6 pile, li Qers û Erdexanê 2 pile, li Erziromê pileyek û li Agiriyê jî 0 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Erzinganê 12 pile, li Îdir û Tunceliyê 11 pile, li Erdexan û Agiriyê 8 pile, li Qersê 7 pile û li Erziromê jî 6 pile tê payîn.